سه شنبه ۱۵ آذر ۱۴۰۱

Cejina Hinar ya Hewramanê

Hewraman devereke çiyayî li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ye ku pirraniyê nîştecihên wê bi zaraweya Hewramî û yên din jî bi zaraweya Soranî ya Cafî diaxivin. Navçeya Hewramanê li Rojhilatê di navbera du parêzgehên Kurdistan û Kirmaşanê da ye. Beşa Hewramanê ya parêzgeha Kurdistanê devereke dîrokî, geştyarî û xwediyê xwezayeke bikir û çandeke taybet e. Li gorî ew giringî û taybetbûna pêgeha hinarê li nav xelkê navçeyê û navdariya çilotî û kalîteya hinara Hewramanê ku li tavahiya Îranê heye û herweha ji ber ku Hewraman tim zadegeha sereke ya alîgirên ayîna Yarsanê bûye û hinar li ba wan mêweyek pîroz e û ew hinarê wek hêmaneke mayinde û mêweyeke bihuştî dizanin, her sale ji bo pêzanîn û şêkirandina vê nîmetê festîvalekî bi navê cejinvareya hinar ya hewramanê li gundên Hewramana Text û herweha gundên ku ji wê nîmetê bibehre ne tê li dar xistinê. Herçiqas ku ev cejinvare bi awayeke pelate di tevahiyên gundên ku ji vê mêweyê bibehre ne tê birêve çûnê lê  gundên Zerdûyî, Niwên, Bilbir, Kilcê, Jîwar, Naw û Silên wek navenda wê cejinê tênê zanînê.

    Alîgirên ola Yarisanê ku pirraniyê perestgehên wan di devera Hewramanê de cih girtine hinarê wek mêweyek bihuştî dizanin û girîngî û pêgeheka taybet ya hinarê li ba wan heye. Di teoriyên hêmannasî û ustûrenasiyê da jî ji ber dendikên hinarê yên gelek ber li her tiştî ew hêmana Bereket, zêdebûna nifşê û pirrbûna nîmetan e. Yek ji girîngtirîn ustûreyên têkildarî hinarê di çanda Hewramanê da; ustûreya Baba Yadigar ( yek ji pîrên Yarisanan) e ku di deqên Kurdên Yarisan da tê dîtinê. Baba Yadigar ji dayikeke bi navê dada Sara û li encama xwarina dendikên hinarê tê dinyayê û paqijiya dayika wî piştî ku zarokê wê bi destûra sultan Îshaq dihawêjine nav tendûra gurr û sax derketina wî tê selmandinê. Herweha helbestvanên kilasîk û hevçerx yên Hewramanê jî di helbestên xwe da amaje bi giringî û pêgeha taybet ya hinarê kirine. Wek Mewlewî dibêje:

şineftim dûrba leyl zûkamişen/ duşwar bal`ay newnemaşen “

giyanim bo fîdaş înen elaciş/ çûnke be hûnim tejnen mezaciş

henarekey dil` perr ce daney êş/ pîşyay kûrey nar eşq wêş

be mewd`ay mujgan sûraxiş kero/ we germî nîşan demaxiş dero”

    Berê ew festival tim ji aliyê xelkê navçeyê bixwe dihate li dar xistinê lê di van salên dawiyê da hin sazî û rêkxistinên girêdayî devletê bi hevkariya xelkê û bi mebesta nasandina vê potansiyelê bi bajar û welatên din tevgeriyan ku cejinvarê di asteke berfirehtir da bi rêve bibin. Ev cejin bi boneya şêkirandina berhevkirina mêweyan payîzê bi rêve diçe. Destpêkê rûniştiyên deverê li cihekî ji gund dicivin û hinarên xwe ku berhev kirine li vê derê kom dikin û bi xwendina diaya şêkirandinê, dîlan û govendê vê nerîtê li dar dixin. Merasim bi dengê defê û helbestên defjenan ve dest pê dike û hevdem kenîşk û kurên cewan bi kincên Kurdî û selikên ku hinar têde ne tênê nav xelkê ku li vir civiyaye û dûv re bi gotina diaya şêkirandinê destên xwe ber bi semayê  bilind dikin û ji Xwedê ji bo dayîna wan nîmetan spasdarî dikin. Pişt re bi selikên xwe yên hinara di nav xelkê da derbas dibin û mehsûlên xwe ji xelkê didine nasandinê. Bi boneya hatina geştyarên biyanî, peyama cejinvareyê ji bilî zimanê Kurdî bi zimanên Parsî û Ingilîzî jî tê xwendinê. merasim bi stranên komên gelêrî û yên nû, lîstika zarokan bi hinarê, kayeyên deverî, helperke û govenda cewanan didome.

     Ev cejinvare ji bilî girîngtiya rehenda çandî û huneriya xwe ji bo pêşketina geştyariyê û nasyariya geştyaran  li gel çanda deverê jî derfetek mezin e û herweha ji bo çêtirbûna aboriya navçeyê jî pêkanek e. Herçiqas hatibû destnîşankirin ku ji bo cejina hinar ya Hewramanê dê di salên dahatûyê de amadehiyên li asta netewî û berztir dê hebin lê ji ber maneya lîstina jinên bêhîcab di vê cejinvarê de li yek ji gundên deverê, mela û kesayetiyên navdar li dijî vebirêveçûna vê merasîmê rawestan. Di van salên dawî da cejin bê agehiya pêşîn û kerrekerr ji aliyê rûniştiyên deverê û di asteke biçûk de birêve diçe. Vê cejinvare dikaribû gelek potansiyel û bandorên erênî yên mezin ji bo deverê û tevahiyê parêzgehê çê bike û gavên girîng ji bo pêşketina geştyariya herêmê pêk bihîne herweha hinara Hewramanê ev şansa didît ku bibe markayeka navdar ku di asta cîhanê da jî xwe nîşan bide lê ji ber nebûna pêkanan û astengkarî û bêbaldariya berpirsên girêdayî tek rêya nasandina vê mehsûlê û balkêşana karsazan ji bo sazkirina pîşesaziyên guherbar li wê deverê ku cejina henar ya Hewramanê bû hate xitimandinê.

Îbrahîm Şadman Mêsrkanlû


پرینت اشتراک گذاری در فیسبوک اشتراک گذاری در توییتر اشتراک گذاری در گوگل پلاس