سه شنبه ۲۷ اردیبهشت ۱۴۰۱

hemî zanîngeh li Îranê dikarin beşa ziman û wêjeya Kurdî ve bikin

جمعه - 4 فوریه 2022
hemî zanîngeh li Îranê dikarin beşa ziman û wêjeya Kurdî ve bikin

damezrênerê beşa ziman û wêjeya kurdî Doç. Dr Bextyar Secadî got: Niha ne tenê li zanîngehên parêzgeha Kurdistanê belkî her zanîngehên ku bixwazin beşa kurdî vebikin li gor yasayên Îranê dikarin beşê vebikin.

Me ji bo malpera Kurdnameyê bi damezrênerê beşa ziman û wêjeya kurdî; Doç. Dr Bextyar Secadî ra li ser rewşa ziman û wêjeya kurdî li îranê hevpeyvînek çê kir ku di domê de em ê bixwînin.

Di destpêkê de tu dikarî bi awayeke giştî behsa beşa ziman û wêjeya kurdî ya li rojhilatê Kurdistanê bikî?

Destpêkê ji bo vê hevdîtinê gelekî spasdar im. Gavên pêşî yên waneyên(ders) ziman û wêjeya kurdî li zanîngehên Îranê ji salên 1972’an heya 1976`an ve diçe. Nemir Dr. Mihemedsidîq Muftîzade bi hewl û têkoşîna xwe li zanîngeha Tehranê ۲ waneyan di pergala xwendin a zanîngeha Tehranê de damezirand. Yek ji wan waneya kurdî ya seretayî ya din jî kurdiya pêşketî ku tê de helbest û deqên wêjeyî dihat dayîn bûn. Mirov dikare van dersa wek destpêk bigire dest. Di sala 1979`an de şoreşa gelên Îranê çêbû. Di salên 1999-2000 de li zanîngeha Kurdistanê me ji bo damezrandina beşa kurdî têkoşîn kir. Me di sala 2002’an de. Dr.  Necmedîn Cebarî zêdetir zehmetî bi amadekirina babetên peywendîdar ên bi ziman û wêjeya farisiyê re kişand. Bernameya me ji aliyê zanîngehê ve jî hat pesendkirin. Qirar wisa bû ku di payîza 2004`an de em koma yekem a xwendekaran werbigirin. Gel bi coşeke mezin pêşwazî lê beşê kir, lê ji nişkê ve ji derveyî parêzgehê ango ji navendê biryar hatibû girtin ku pêşiya vê beşê were girtin û careke din behsa wê neyê kirin. 12 sal xebatên me li hemberî vê biryarê hatin meşandin û me di sala 2015’an de 40 xwendekaran wek xwendekarên yekemîn ên Ziman û Wêjeya Kurdî li zanîngeha Kurdistanê wergirt. Di destpêkê de ne mamosteyên me hebûn û ne jî çavkaniyên me. Bi demê re beşê pêş ve çû, çend çavkanî hatin tomarkirin û her salê em nizîkî ۴۰-۵۰ xwendekaran werdigirin. Niha 160 xwendekarên vê beşê hene.”

Bi avakirina beşa Ziman û Wêjeya Kurdî armanca we çi bo û we îsal derçûyên xwe yên sêyemîn da. Bi van derçûyiyan hûn çi qas gihiştin armanca xwe?

Nasnameya mirovan ji komelek alî û rehendan pêk tê ku ziman û wêje wekî layenên (aliyên) sereke tên zanîn. Ev beş bi mebesta girîngdayîna nasnameya kurdî, vekolîn û lêkolîna li ser alî û çikilên ciyawaz ên ziman û wêjeya kurdî hatiye damezrandin da ku nifşa ciwan û cîla îro wek pêdiviyekê bi ser nasnameya xwe ve bizivirin. Di serî de 2 armancên me hebûn, yek hînkarî ya din jî lêkolîn bû. Armanca me ya hînkirinê pêk hat lê ya duyemîn ji ber ku beşa lisansa bilind û doktorayê tune ye hê wek em dixwazin nîne. Xebatên me hene ku em beşa lîsansa bilind û doktorayê vebikin û armanca xwe ya duyemîn jî pêk bînin. Di zanîngeha me de beşeke din heye ku li ser ziman û wêjeya kurdî lêkolînan dike û ew jî Tiwêjîngeh an Enstîtûya Kurdistannasiyê ye. Ev du beş niha hevudû temam dikin. Heya niha di sê pol beşa me qedandin û ۱۰۰ mezûnan dan.

Ji bo dersên ziman û wêjeya kurdî di dibistanan de jî bên dayîn xebatên we hene? Heke armanca we pêk were dê bandoreke çawa li ser zimanê kurdî çêbike?

Pirsyara we bi temamî dirust e, ji ber ku peywendîdariya du wezaretxaneyan e.  Yek wezareta zanistê ye ya din jî wezareta perwerdehiyê ye ku peywendîdarê xwendingeh û hîngehan e. Di xala yekemîn de pirsgirêkeke tune ji ber ku wezaretxaneyê bername pesend kiriye. Niha ne tenê li zanîngehên parêzgeha Kurdistanê her zanîngehên ku bixwazin beşa kurdî vebikin li gor yasayên Îranê dikarin beşê vebikin. Ji ber ku bername, wane, pile û çavkaniyên beşa kurdî li ser malpera wezareta zanistê hene. Em dixwazin zanîngehên parêzgehên kurd akincî yên wek zanîngehên Urmiye, Mihabad, Kirmaşan û Îlam dest bi damezrandina beşê bikin. Her wiha li zanîngehên mezin ên wek Elamê Tebatebayî û zanîngeha Şehîd Bêhêştiyê jî beşa kurdî vebibe. Di demekê de piraniyên pirsgirêkên li wezaretê zanistê hatine çareserkirin lê di wezareta perwerdeyê de pirsgirêk zêde ne. Bi wateyeke din li wezareta perwerdeyê bi awayeke fermî mafê xwendin bi zimanê zikmakî nehatiye pesendkirin. 

Gelo bernameyeke we ya taybet ji bo derçûyiyên beşa kurdî heye? Hûn dikarin projeyekê çêbikin ku xwendekar, derçûyî û mamosteyên beşa kurdî hevkariyê bikin û li ser valahiyên di nav ziman û wêjeya kurdî de bixebitin?

Niha hevkariya baştirîn ew e ku xwendekar xwendinên xwe bidomînin. Di hemû zanîngehan de dema ku xwendekar qonaxa lîsansê derbas dikin û lîsansa bilind û doktorayê dixwînin peywendiya wan li gel mamosteyan xurttir dibe û zêdetir li gel hevudû hevkariyê dikin. Lê mixabin ji ber ku li gel me beşa mastirê tune hevkariyeke wisa nadome. Her çi qasî xwendekar, lêkolîner û mamoste bi şêweyên ciyawaz li ser hin proje, werger û pirtûkan bi hev re bixebitin jî ev têr nake. Ji bo niha rêya domandina hevkariya beşê ew ku xwendekar di beşeke peywendîdar a din de mastirê bixwînin. Peywendiya me ji bo mastirê bi beşên din ên wek zimannasî yan farsî hilbijartine hene. Em ji wan re dibêjin bila teza we girêdayî ziman û wêjeya kurdî wek wêjeya berawirdî binivîsin.

Qasî tê zanîn di yasayên Îranê de zimanê kurdî tê qebûlkirin lê di meriyetê de ev rewş çawa ye, polîtîkayên dewletê li dijî axaftin, nivîsandina û perwedeya bi ziman çi ne?

Di madeya 15`emîn a yasaya Îranê de tê diyarkirin ku li seranserê Îranê hewceye her ziman li xwendingehan were dayîn di rojname, kovar, medya dijîtal, pirtûk û ragihandinê de bê bikaranîn. Ev yasaya bingehîn a Îranê ye. Di gotubêj û nîqaşên di salên 1979 û ۱۹۸۰`an ev yasa hatiye çêkirin û dibên dewlet dê ji bo zimanên din jî bên fêrkirin budceyê terxan bike. Diyar e ev madeyeke bêkêmasî nîne lê madeyeke baş e. Lê her çi qas ev made di yasayan de cih bigire jî hê pêk nehatiye. Daxwaza me ev e ku ev yasa bikeve meriyetê. Li gor vê yasayê ziman û wêjeye kurdî di hemû xwendingehên Kurdistanê ji destpêka dibistanê heya zanîngehê ji aliyê dewletê ve were sazkirin, bûdce û mamoste ji bo dersên kurdî bên diyarkirin. Mixabin hikumetên ku tên çi yên rast, çi yên çep, çi guherînxwaz û çi jî bingeyîxwaz her yek ji wan bi şêweyeke ciyawaz xwe ji ber vê erk û berpirsiyariyê vedidizin. Di propagandeyên hilbijartinên serokkomar an nûnerên parlemantoyê de hemû berbijêr bi awayeke hemasî behsa vî mafî dikin û xweşa gel jî tê û deng didine wan. Lê dema li ser rûnîşoka desthilatdariyê rûdinên heya hilbijartineke din vê mijarê ji bîr dikin. Ya ku em dixwazin daxwazeke yasayî, olî, şeriî ye û divê cîbicî bibe. Divê hikumet bi awayeke lez têkoşîn bike vê erkê bi cih bîne û vê şanaziyê li ser navê xwe tomar bike. Em hêvî dikin ku desthilatdarên Îranê berê xwe bidine yasayê û piştguhê xwe ve navêjin. 

Li Rojhilatê di navbera nivîskar û zimanhezên kurdan de xebatên hevpar çêdibin an na? Têkiliya we bi kurdên perçeyên din re hene?

Bêguman di dîrokê de bi taybet jî di sedsala borî de gelek hewl û têkoşîn ji aliyê ronakbîr, nivîskar, rojnamevan, wergêr û helbestvanan ve ji bo vejîn û pêşveçûna ziman, edeb û çanda kurdî hatine kirin. Ev jî cihê kêfxweşiyê ye. Ji ber ku nasnameya çandî ji bo me gelekî girîng e lê ya rast gelek beşên wan karan di nav desteya gotarên ronakbîriyê de cih digirin. Ji ber ku li zanîngehê em di nav gotareke zanistî de ne piraniyên peywendiyên me bi şêweyên akademîk in. Wek mînak li gel zanîngehên başûrê Kurdistanê û hin zanîngehên Bakûrê re peywendiyên me wekî konferans an wekî hevkarî ji bo lêkolîna kovar û jornalan hene. Niha ji ber ku peywendî rehettir û xwerûtir in hevkariyên baştir çê dibin. Wek mînak ez endamê desteya nivîskarên çend kovaran im. Her wiha mamosteyên ji Bakur û Başûr endamên kovarên me ne. Ev peywendî baş in lê dive çêtir, xurttir û bierktir bin û projeyên hevbeş ên zanistê zêdetir bên çêkirin. Me du sê heb konfransên hevbeş di navbera zanîngeha xwe û zanîngehên din de bi şêweyeke serkeftî bi rê ve bir lê ji ber pandemiya koronayê gelek bernameyên çênebûn. Em hêvîdar in ku çalakiyên girêdayî ziman, wêje û çanda kurdî ji aliyên girîng zêdetir pêşve biçin û divê dewletên Îran û Tirkiye wek derfet û tiştekî qenc li van çalakiyan mêze bikin ne wekî gefan.

Hikumeta tirk li bajarên Kurdistanê beşa ziman û wêjeya kurdî di sala 2011’an de vekir lê hê jî ev xwendekarên ku zanîngehê qedandine nikarin di dibistanan de perwede bidin. Rewş li Rojhilatê di kîjan ast daye? Xendekarên zanîngehê qedandine dikarin mamostetiyê bikin? Heke bersiv na be mirov dikare bêje li herdû dewletan jî beş wek formalîte hatiye vekirin?

Rewşa derçûyiyên beşa Kurdî li gel me jî bi heman awayî ye.  Lê li vir merc hinekî ji ya Tirkiyeyê çêtir e. Wek mînak li Îranê hejmara rojname, kovar, navend û televîzyonan yan îdare û rêxistinan baştir in. Lewma derfeta kar ya derçûyên li vir zêdetir e. Yak û niha li zanîngehê heye pêngaveke baş e divê pêşve biçe û were piştgirîkirinê. Em wek mamosteyên zanîngehê bi hewl û têkoşîna xwe beşa ziman û wêjeya Kurdî anî nav qada zanistî ya zanîngehê û divê mamosteyên kurd ên perwerdeyê bi rêya têkoşînê ziman û wêjeya kurdî bikin xwendingehan jî. Diyar e êdî ew qonax girêdayî me ye, li ser wezareta perwerdehiyê nîne.

Di axaftineke xwe de hûn dibêjin em kurdên li Rojhilatê çavkaniyên xwe yên dersdayînê bi xwe amade dikin. Hûn perçeyên din di vê mijarê de çawa dinirxînin? Pêşniyara we ji bo wan çi ne?

Belê rast e. Di beşa me de nizîkî ۱۴۰ yekeyên dersî hene û nizîkî ۹۰ ji wan yekeyan di çarçeweya 40 waneyan de tên xwendin. Piraniyên wan waneyan du yekeyî ne. Sebaret bi mijarên ciyawaz wek rênivîs, dengnasî, hevoksazî û rêzimanê ve dest pê dike û bi zimannasî, seretayên zimannasiyê, zimannasiya civakî û di beşa wêjeyê de digihêje tekstên edebiyên ciyawaz ên zaravayên kurdî wek wêjeya kurmancî, soranî û goranî, edebîyata nûjen, roman, edebîyata berawirdî, rexneya edebî û wergera bi kurdî. Niha li zanîngeha me komlek pirtûk bi zimanê kurdî ji bo beşa Kurdî çap bûne û dê hin pirtûkên din jî wê li beşa Kurdî zêde bibin Li gorî min ew çavkaniyên ku li Bakûr û Başûrê tên bikaranîn her çi qas bi hewl û kedeke giranbiha hatibin amadekirin jî têde kêmasî û cihê rexneyê gelek in. Ev xalên lawaz ku di çavkaniyên wan de hene di ya me de kêmtir xwe nîşan didin. Em bi pêwîst dizanin ku tim riwangeheka me ya rexnegirane li hemberî ew gotar û pirtûkên ku li ser vê babetê hatibin nivîsînê. Rexne ji bo pêşveçûn ast bilindkirinê de xwediyê roleke girîng e.

Wek tê zanîn di kurdî de çend zaravayên di hin xalan de ji hev cudatir hene, ji bo her kurd bikaribe hemû zaravayan biaxive di pêşerojê de xebatên we hene?

Zimanê kurdî ji aliyê zaravayan de zimanekî gelekî dewlemend e û kêm ziman di dunyayê de hene ku wekî zimanê kurdî çend çikil û ciyawaz be. Li ser pirsyara we jî li gorî min hemû zaravayên kurdî bê ciyawazî heya devokan jî divê em biparêzin. Di kurmanciya jorîn de şêwezarên badînî, torî, xorasanî û celalîkî hene, di kurdiya navîn de şêwezarên mukiryanî, erdelanî, cafî û hwd hene, divê ji xeynî zaravayên sereke ev şêwezar jî bên parastin. Ev sermayeya mirovatiyê ye, mîrata çanda me ye, xezîneyeke mezin û giranbiha ye. Ji bo dewlemendiya zimanê me bê parastin divê ji çar perçeyên Kurdistanê kurd werin gel hev û lêkolîngeheke ava bikin û li ser ziman lêkolîn û arşîvan çêbikin. Ji bo her kurdeke tişteke pir baş e ku bi hemû zaravayan bizanibe lê mixabin niha ev ne pêkan e. Ji bo dewlemendiya zimanê me winda nebe me bi hewramî, erdelanî û leylexî jî tekstên xwe ji wezareta perwerdehiyê re şand. Hêvîdar im ku karên wiha berdewam bin.

Îbrahîm şadman mêsrkanlû


پرینت اشتراک گذاری در فیسبوک اشتراک گذاری در توییتر اشتراک گذاری در گوگل پلاس