سه شنبه ۱۵ آذر ۱۴۰۱

    Li tirkiyê bişaftinê bandoreke zêde li ser ziman û çanda Kurdan kiriye

     Dr. Mihemedzahir mamosteyê ziman û wêjeya Kurdî li zanîngeha Çewlîgê ye. Ev çend sal e ku ew wekî mamosteyê ziman û wêjeya Kurdî di wê zanîngehê de dixebite. Ew li ser Kurdî bûna zaraweya Zazakî dibêje: Li ser vê mijarê du nêrîn hene. Nêrînek ku dibêje Zazakî zaraweyeke Kurdî nîne û ya ku dibêje Zazakî jêrçikileka zimanê Kurdî ye. Nêrîna ku dibêje Zazakî ne Kurdî ye, peywendîdarê raya fermî û projeya devletê ye.

Vê hevpeyvînê hûn ê li jêrê bixwînin.

 Hûn rewşa îroya zimanê Kurdî li tirkiyê çawa dinirxînin?

-Rewşa zimanê Kurdî li tirkiyê zêde baş nîne. Heya sedsalekê zimanê Kurdî li tirkiyê ji tev mafên xwe bêpar ma. Ji sala 1927 heya 1992`yê zayînî, ji xeynî qedexetiya hînkarî bi zimanê Kurdî, axaftina bi vî zimanî jî qedexe bû. Ev qedexe di serdema Turgut Ozal de heya astekî hatine hildanê û dergehek li ber zimanê Kurdî hate vekirinê, lê dîsan rewş baş nebû.

 Di serdema bîst salî ya desthilatdariya partiya dad û geşepêdanê (AKP) de hinekî merc ji bo Kurdan guherîn û fêrkariya bi zimanê Kurdî azad bû. Hûn vê serdemê çawa dinirxînin?

-Di çar salên destpêka desthilatdariya receb tayip erdoxan de jî wanebêjî û hînkariya bi Kurdî nedihate pejirandin û piştî têkçûna pêvajoya aşitiyê li sala 2014 di navbera devlet û hêzên Kurd de rewş ji berê jî xirabtir bû. Li tirkiyê ۷۰ salî Kurdan hewl da ku xwe bipeytinin. Devdora 35 milyon Kurd li komara tirkiyê dijîn û pêwîste hebûna wan were berçav girtin û nas kirinê, lê zextên ramyarî di astekî de ye ku îro zimanê Kurdî di rewşeke gelekî nerind û kambax de ye.

 Arîşeya ku îro li pêşberî zimanê Kurdî ye, hewla ji bo jihevqetandina ziman û hebûna Kurdî ji hevûdu ye. Yek ji wan siyasetan, hewla ji bo cudakirina zaraweya Zazakî ji zimanê Kurdî ye. Heke em waqi`a gelemperîtiya zimanê Kurdî yan komele zimanên Kurdî di bin nave zimanê Kurdî de bipejirînin, armancên van siyasetan çi ne?

-Lê binêrin akinciyên parêzgeha Çewlîgê ۷۰ ji sedî Zaza ne û Çewlîg serbajara Zazayan e. Du nêrîn li ser Zazayan hene. Nêrînek ku dibêje Zazakî zaraweyeke Kurdî nîne û ya ku dibêje Zazakî jêrçikileka zimanê Kurdî ye. Nêrîna ku dibêje Zazakî ne Kurdî ye, peywendîdarê  raya fermî û projeya devletê ye.

 Îro di kîjan zanîngehê tirkiyê de beşa ziman û wêjeya Kurdî heye?

-Îro di Zanîngehên Mûş, Mêrdîn û Çewlîgê de beşa ziman û wêjeya Kurdî heye û lîsansa zimanê Kurdî didine xwendkaran, lê pirsgirêk ev e ku ji bo qedandiyê beşa ziman û wêjeya Kurdî îş tune. Ewan jî piştî qedandina xwendina xwe, ber bêgaviyê li dû îşekî din digerin û ev jî dibe hokar ku pêşwaziya vê beşê dakeve. Beşa Kurdî salê tenê du kesan dipejirîne û ev jî bêdiliyê li hemberî xwendina beşa ziman û wêjeya Kurdî zêde dike.

 Rewşa weşana berhemên Kurdî li tirkiyê çawan e?

-rewşa belavbûn û weşana bi zimanê Kurdî li tirkiyê qet baş nine. Mixabin heke kesek pirtûkekî çap dike, hema tenê ew bi xwe dibe berdengê wê berhemê. Bişaftinê bandoreke gelekî giran li ser ziman û çanda kurdên li Bakûrê  Kurdistanê kiriye û pîşwazî ji berhemên Kurdî pirr kêm e. Îbrahîm Şadman Mêsrkanlû


پرینت اشتراک گذاری در فیسبوک اشتراک گذاری در توییتر اشتراک گذاری در گوگل پلاس