Li gor lêkolînan gelek hêsan e ku Hişê Çêkirî (AI) Derbarê Agahîyên Tenduristiyê de Agahîyên ne dirust bidin

Lêkolînerên Awistralyayî dîtine ku amûrên Hişê çêkirî (AI) dikarin werin verastkirin ku bi rêkûpêk pirsên tenduristiyê bi agahiyên xelet bersiv bidin, û heta referansên sexte ji kovarên bijîjkî yên rastîn jî bikar bînin.

Lêkolîn eşkere dike ku çiqas hêsan e ku modelên zimanî yên mezin (LLM) werin adaptekirin da ku agahiyên xelet pêşkêş bikin.

Wan hişyarî da ku bêyî parastinên navxweyî yên çêtir, amûrên AI’yê yên ku bi berfirehî têne bikar anîn, dikarin bi hêsanî werin bikar anîn da ku bi hejmareke mezin agahiyên tenduristiyê yên xeternak hilberînin. Ev hişyarî di kovara Annals of Internal Medicine de hate belavkirin.

Ibrahîm şadman mêsirkanlû

دیدگاهتان را بنویسید

نشانی ایمیل شما منتشر نخواهد شد. بخش‌های موردنیاز علامت‌گذاری شده‌اند *