تاریخ انتشار : جمعه 15 فروردین 1404 - 19:32
کد خبر : 4250

Girêdaneke Genetîk di Navbera Misira Kevnare û Mezopotamyayê de Hatiye Vedîtin

Girêdaneke Genetîk di Navbera Misira Kevnare û Mezopotamyayê de Hatiye Vedîtin
Li gor lêkolîneke ku di kovara Nature de hatiye weşandin, DNAya kevnar girêdaneke genetîk di navbera çandên Misira kevnare û Mezopotamyayê de eşkere kiriye.

Li gor lêkolîneke ku di kovara Nature de hatiye weşandin, DNAya kevnar girêdaneke genetîk di navbera çandên Misira kevnare û Mezopotamyayê de eşkere kiriye.

Lêkolîneran genomên tevahî ji diranên îskeletekî ku ecêb baş parastî bû û di poteke veşartî ya cenazeyê de li cihê goreke Misrî ya ku dîroka wê di navbera 4,495 û ۴,۸۸۰ sal berê de bû, hatibû dîtin, rêz kirin.

Çar ji pêncan ê genomê girêdanên bi Bakurê Afrîkayê û herêma derdora Misrê re nîşan dan. Lê yek ji pêncan ê genomê girêdanên bi herêma di Rojhilata Navîn de, ya di navbera Çemên Dîcle û Feratê de, ku wekî Heyva Bidarhatî (Bereketdar) tê zanîn û şaristaniya Mezopotamyayê lê geş bûbû, nîşan dan.

Daniel Antoine, kuratorê Misir û Sûdanê li Muzexaneya Brîtanî, got ku “ev vedîtineke gelekî girîng e, ji ber ku yekemîn delîla rasterast e ji bo tiştê ku di karên berê de hatibû destnîşan kirin.”

Berê, delîlên arkeolojîk girêdanên bazirganî di navbera Misir û Mezopotamyayê de, her weha wekhevî di teknîkên çêkirina potan û pergalên nivîsandina wêneyî de, nîşan dabûn. Digel ku dişibîn di avahiyên diranan de girêdanên gengaz ên bav û kalan pêşniyar kiribûn, lêkolîna nû girêdanên genetîkî zelal dike.

Antoine, yê ku di lêkolînê de cih negirtiye, got ku Çemê Nîlê “ihtîmal e ku wekî otobaneke kevnar tevdigere, ne tenê tevgera çand û ramanan, lê di heman demê de tevgera mirovan jî hêsan kiriye.”

Îskelet li cihê arkeolojîk ê Nuwayratê, di hundirê jûreyekê de ku ji aliyekî zinarî hatibû kolandin, hat dîtin. Joel Irish, hev-nivîskar û bîyoarkeologê Zanîngeha Liverpool John Moores, got ku analîzek li ser kêmbûna îskelet û hebûna artrîtê di movikên taybetî de destnîşan dike ku ew însan bi îhtîmaleke mezin di salên xwe yên 60î de bûye û dibe ku wekî potçî xebitiye.

Însan berî an jî li dora destpêka Padîşahiya Kevnare ya Misira kevnar jiyaye, dema ku Misira Jorîn û Jêrîn wekî dewletek yekbûyî hatin ba hev, ku ev yek bû sedema heyameke îstîqrara siyasî ya nisbî û nûbûna çandî – di nav de avakirina pîramîdên Gîzayê.

Di heman demê de, bajar-dewletên Sumerî li Mezopotamyayê bingeh girtin û nivîsa bizmarî wekî pergaleke nivîsandinê derket holê.

Lêkolîneran gotin ku analîzek ji nimûneyên din ên DNAya kevnar re pêwîst e da ku wêneyekî zelaltir li ser berfirehî û dema tevgerên di navbera her du navendên çandî de were bidestxistin./Ibrahîm şadman mêsirkanlû

برچسب ها :

ناموجود
ارسال نظر شما
مجموع نظرات : 0 در انتظار بررسی : 0 انتشار یافته : ۰
  • نظرات ارسال شده توسط شما، پس از تایید توسط مدیران سایت منتشر خواهد شد.
  • نظراتی که حاوی تهمت یا افترا باشد منتشر نخواهد شد.
  • نظراتی که به غیر از زبان فارسی یا غیر مرتبط با خبر باشد منتشر نخواهد شد.

اخبار

اقتصاد

فتوتیتر

تبلیغات