Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di peywendîyek telefonê de bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio’yî re got ku pêwîst e şerê li Sûriyê demildest bi dawî bibe. Çavkaniyek ji Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ev yek ragihand.
Li gorî çavkaniyê, Fidan destnîşan kir ku ew piştgiriyê dide rola avaker a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Sûriyê û Tirkiye amade ye ku bi wan re bixebite ji bo bidawîkirina mayînde ya pevçûnê.
Çavkaniyê her wiha got: “Fîdan anî ziman ku destwerdanên Îsraîlê li ser axa Sûriyeyê pirsgirêkê zêdetir giran dikin, û her êrîşek li ser yekparçebûna axa Sûriyeyê, yekîtî û serweriya wê, hewildanên aştiya herêmî jî xera dike.”
Ibrahîm şadman mêsrkanlû


دیدگاهتان را بنویسید