تاریخ انتشار : یکشنبه 12 اسفند 1403 - 23:15
کد خبر : 4254

Çawa Tevahî Salê Xwe ji Kêzikan Biparêzin

Çawa Tevahî Salê Xwe ji Kêzikan Biparêzin

Kêzik dikarin di her demsalê de çalak bin, û girîng e ku meriv zû bi zû van xwînmêjan bibîne û ji cihê jîyana xwe dûr bixîne, nemaze piştî ku hûn li derve çûne meşê, baxçevanî kirine an jî ji xwezayê kêf girtine. Sam Telford, pisporê nexweşiyên înfeksiyonî li Zanîngeha Tufts, di gotûbêjeka xwe ya di

Kêzik dikarin di her demsalê de çalak bin, û girîng e ku meriv zû bi zû van xwînmêjan bibîne û ji cihê jîyana xwe dûr bixîne, nemaze piştî ku hûn li derve çûne meşê, baxçevanî kirine an jî ji xwezayê kêf girtine.

Sam Telford, pisporê nexweşiyên înfeksiyonî li Zanîngeha Tufts, di gotûbêjeka xwe ya di Associated Press`ê da dibêje: “Mirov havînan zêdetir li derve ne, lewma em bêtir li ser înfeksiyonên kêzikan dibihîzin.” Lê wî hişyarî da ku divê mirov tevahiya salê baldar be ji ber ku “her demsal demsala kêzikan e.”
Telford diyar dike ku her çend hejmara kêzikan li gorî herêmê diguhere jî, hin dewletên bakur-rojhilatî, di nav de Maine, Massachusetts û Rhode Island, îsal jimareyên “ji navincî zêdetir kêzikên kûçikê Amerîkî dibînin”.
Saravanan Thangamani, ku li Zanîngeha SUNY Upstate Medical University li ser nexweşiyên ji kêzikan peyda dibin lêkolîn dike, di heman nivîsê da dibêje ku bajarê New York îsal ji sala borî zêdetir gezkên kêzika ceyranê (deer tick) tomar kiriye.
Çawa Kêzik Dikarin Nexweşiyan Belav Bikin
Kêzik, mîna mêşan, hewce ne ku xwînê vexwin. Lê li şûna ku zû bizmaranekê bidin, ew hêdî hêdî dixwin – bi devên xwe yên qelandî yên ku xwe bi çermê ceyran, kîvroşk, kûçik û mirovan ve didin.
Li seranserê cîhanê gelek cureyên kêzikan hene û tenê hinek ji wan mîkroban belav dikin ku dikarin mirovan nexweş bixin. Fikarên sereke kêzikên lingreş in, ku wekî kêzikên ceyranê jî tên zanîn, û ew dikarin nexweşiya Lyme belav bikin. Carekê bi piranî li New England û hin deverên Midwest dihatin dîtin, lê niha kêzik li deverek firehtir belav bûne.
Gezikek kêzikê her gav nabe sedema nexweşiyê. Telford her wiha dibêje, “Heke hûn kêzikek di nava 24 demjimêran piştî zeliqînê de rakin, pir ne gengaz e ku hûn nexweş bikevin.”

Çawa Kêzikan Kontrol Bikin
Kêzik bi gelemperî li nizmahiya erdê, di nav pelên hişk an deverên giyayî de têne dîtin.
Cilên xwe ji bo kêzikan kontrol bikin û tevahiya laşê xwe, di nav de binê çengan û pişt guh, çok û porê xwe, baş kontrol bikin.
Bobbi Pritt jî di vê nivîsê de dibêje, “Heke hûn tevahiya rojê li derve bin, hewl bidin ku her çend saetan carekê zû ji bo kêzikan xwe kontrol bikin.” “Dema hûn vegerin hundur, xwe bişon. Ev ê her kêzika ku neçeliqiye bişo, û hûn ê bêtir bikaribin kêzikên din bibînin.”

Çawa Kêzikan Dûr Bixin
Rêbaza herî baş ew e ku meriv bi tevahî rûbirûbûna kêzikan kêm bike.
Telford dibêje ku spreyên kêzikan ku madeyên wekî DEET tê de hene, dikarin li ser çermê eşkere werin reşandin da ku kêzikan û mêşan dûr bixin.
Kirasên mil-dirêj û pantolonên dirêj li xwe bikin, û hûn dikarin cilên xwe jî bi dermanên ku permethrin tê de hene bişînînin. Permethrin kîmyewîyek e ku dişibe madeyeke xwezayî di kulîlkên krîzantemê de ku dihêle kêzik ji kulîlkan dûr bisekinin.

Heywanên Xwe yên Kedî ji Kêzikan Biparêzin
Ji bîr mekin ku bala xwe bidin heywanên xwe yên kedî yên li derve. Derman dikarin pêşî li zeliqîna pirik û kêzikan li çermê kûçikan bigirin. Lê dîsa jî ramanek baş e ku meriv piştî derketina derve mû û pirça wan kontrol bike.
Thangamani dibêje: “Li ku derê heywan nikarin bi hêsanî xwe paqij bikin, kêzik dê li wir bin – li ser guhan, li dora dev, di bin gerdanê de, di navbera tiliyan de.”
Kûçik û pisîkên ku li derve digerin dikarin kêzikan bînin nav malê jî.
Ew her wisa dibêje: “Heke heywan kêzikan bînin hundur, kêzikek dikare bi mehan di malê de bijî heya ku xwarina xwe ya xwînê ya din bibîne, ku dibe endamek din ê malbatê be.”

Piştî Gezikek Kêzikê Çi Bikin
Piştî ku we kêzik rakir, çavê xwe li çermê dora gezikê bigirin. Heke di nava çend rojan an hefteyan de kurmî an nîşanên mîna grîpê derkevin, biçin cem doktor.Navendên Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan (CDC) testkirina kêzikan

Ibrahîm şadman mêsirkanlû

برچسب ها :

ناموجود
ارسال نظر شما
مجموع نظرات : 0 در انتظار بررسی : 0 انتشار یافته : ۰
  • نظرات ارسال شده توسط شما، پس از تایید توسط مدیران سایت منتشر خواهد شد.
  • نظراتی که حاوی تهمت یا افترا باشد منتشر نخواهد شد.
  • نظراتی که به غیر از زبان فارسی یا غیر مرتبط با خبر باشد منتشر نخواهد شد.

اخبار

اقتصاد

فتوتیتر

تبلیغات